Ajansa Nûçeyan a Ahlulbeytê (s.x) — ABNA —Husên Îbrahîm di gotarekê de bi sernavê «Erebistana Siûdî leza Amerîkayê kontrol dike; hêza şerê li dijî Îranê nîne» nivîsand ku rapora ku ji aliyê malpera “Axios” ve hatiye weşandin, derbarê daxwaza Mihemed bin Selman ji Donald Trump bo dûrketina ji zêdekirina aloziyan ligel Îranê, nîşana berdewamiya helwesta Riyadê ya pêşînîdana bi çareseriya siyasî û rêkeftinê ligel Tehranê ye.
Li gorî nêrîna wî, ev mijar nîşan dide ku Erebistan, berevajî hin şiroveyan, hîn jî naxwaze bikeve nav rûbirûbûneke rasterast û berfireh ligel Îranê.
Ev şirovekarê libnanî bi nîşandana rola aktorên cuda di biryargirtinên Amerîkayê de, îdîa kir ku Erebistan ji ber cihê xwe yê aborî û petrolê dikare bandorê li ser hin biryarên Washingtonê bike, lê di dawiyê de ew wekî hevbeşê biçûktir ê Amerîkayê tê hesibandin û neçar e di gelek waran de daxwazên vî welatî cîbicî bike.
Wî her wiha îdîa kir ku plankirina ji bo her êrîşeke muhtemel a li dijî Îranê, bi rola rejîma siyonîst ve girêdayî bûye û êrîşkirina li ser binesaziyên enerjiyê yên Îranê, dikaribû bibe sedema berteka dijber a Tehranê li dijî tesîsên enerjiyê yên welatên Kendava Faris.
Îbrahîm di berdewamiya gotara xwe de nivîsand ku Erebistan her çend di mijarên wekî berdewamkirina dorpêçkirina Yemenê, avakirina hevpeymaniyeke deryayî yan hevahengiya bi hin kiryarên leşkerî yên Amerîkayê re beşdar bibe jî, lê hêza tehemulkirina şerekî berfireh û bêkontrol ligel Îranê nîne; çimkî şerekî wisa dikare ewlehî û aboriya herêma Kendavê rûbirûyê ziyanên giran bike.
Wî di dawiyê de, siyaseta Erebistanê ya derbarê Yemenê de rexne kir û îdîa kir ku berdewamkirina dorpêçkirina vî welatî, bêtir ji ber şopandina siyasetên Amerîkayê ye, ne ku di berjewendiya Riyadê de be.
Nivîskar tekezî li ser wê yekê kir ku Erebistan ji bo dabînkirina berjewendiyên xwe yên demdirêj, pêwîstiya wê bi serxwebûneke zêdetir di biryargirtinên herêmî de heye û divê li şûna rola amûrekê di siyasetên Washingtonê de, nêzîkatiyeke li ser bingeha berjewendiyên xwe yên neteweyî pêk bîne.
…………………
Dawiya peyamê /
Etîket (Etîketên nûçeyê):
Erebistan, Îran, Amerîka, Trump, Rojhilata Navîn
Your Comment